Pêşmerge daxwaza alîkariyê ji hevpeymaniya navdewletî dikin

ku wan ji êrîşên DAIŞê yên kîmyayî biparêzin

K24-navenda Nûçeyan

Pêşmergeyên Kurdistanê daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî kirin ku wan ji êrîşên DAIŞê yên kîmyayî biparêzin

Serokerkanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Cemal Mihmed duh, 16ê Tebaxê,  ji rojnameya Şerq el-Ewset re diyar kir ku rêxistina DAIŞê xaza Xerdelê ji pêgehên rejîma Sûriyê û nevçeyên din bi desxistine.

Mihmed da zanîn ku  DAIŞê du caran  li navçeyên bajarê Mûsilê taybet li navçeya Herdan û Keskê bikaraniye û eger tedabîr ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve neyên standin dê DAIŞê wan çekên kîmyayî di şerê din de jî bikar bîne.

Navborî eşkere kir ku li cem wan alavên xweparastinê ji çekên kîmyayî nînin û Pêşmerge daxwaza alîkariya hevpeymaniya navdewletî dikin ku me ji van êrîşan biparêze.

Ji aliyê xwe ve jî Lîwa Selah Feylî  ku berpirse di Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê de ji heman rojnameyê re diyarkir ku guman heye DAIŞê di her kêliyekî de wan çekan bikarbîn.

Li gor amarên Wezareta Pêşmerge di ancama  êrîşên bi çekên kîmyayî de heta neha 60 Pêmerge birîndarbûne.