Artêşa Amerîkayê planekê bo bihêzkirina sîxoriyê gotûbêj dike

Artêşa Amerîkayê bo bihêzkirina çalakiyên sîxorî, dê erkên firokeyên bê firokvan li tevahiya cîhanê zêde bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Amerîkayê bo bihêzkirina çalakiyên sîxorî, dê erkên firokeyên bê firokvan li tevahiya cîhanê zêde bike.

Berpirsekî payebilind ji artêşa Amerîkayê duh, 16ê Tebaxê, ji rojnameya “Wall Street” ya Amerîkî ragehand ku “Pentagon niha planekê amade dike, ku li gor wê dê hejmara firîna firokeyên bê firokevan zêde bike.

Li gor zanyariyan, niha firokeyên bê firokevan rojane 61 caran difirin, Pentagon plan dike jî ku dê bi sala 2019an de ew firoke rojane 90 carî bifirin.

Niha navçeyên Iraq, Sûriyê, Deryaya Çînê, Okrayna û bakurê Afrîqayê, bi awayekî berfireh ji esmanan ve tên çavdêrîkirin, ew jî nîşana zêdebûna herêmên milmilaneyan li tevahiya cîhanê ye.

Ji aliyekî din ve, bikaranîna firokeyên bê firokevan di serdema serokê niha yê Amerîkayê, Barack Obama de gelek zêde bûne, ew jî bûye cihê rexneyan li cem çavdêran.

Li gor amarên hin komeleyên serbixwe jî, di êrîşên firokeyên bê firokvan yên Amerîkî de 3 hezar kes hatine kuştin.