Aliyên siyasî yên Kurdistanê lihev dicivin

Her pênc partiyên Kurdistanî bo guftûgoya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi taybet jî pirsa serokatiyê li Hewlêrê bicivin.

K24 – Silêmaniyê

Her pênc partiyên Kurdistanî bo guftûgoya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi taybet jî pirsa serokatiyê li Hewlêrê bicivin.

Çavkaniyekê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro, 17 Tebaxê, ji PUKmedya re ragehand “Em hemû hewlên xwe dikin bo girêdana civîneke berfereh ji her pênc partiyên Kurdistanî re, bo gotûbêjiya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.” 

Ji aliyekî din ve Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl duh di civîna bi Rêxerê Tevgera Goranê, Newşêrwan Mustefa û Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr re, daxwaza pêwîstiya beşdariyê di civîna partiyên Kurdistanî de kir.

Newşîrwan Mistefa jî mercên xwe bo beşdarîkirin di civîna partiyan de diyar kirin, mercên wî jî gotûbêjkirina hemû pirsên girîng û xwendina karnameya civînê ye.

Bo çareserkirina pirsa serokatiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî kiriye ku beriya 20 Tebaxê li hev bicivin û çareseriyekê bo wê pirsgirêkê danin.