Li Şemzînanê şer û pevçûn girantir dibe

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şer di navbera Gerîlayên HPGê û artêşa Tirkiyê de derket, û 2 welatî bi giranî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şer di navbera Gerîlayên HPGê û artêşa Tirkiyê de derket, û 2 welatî bi giranî birîndar bûne.

Li gor ajansa DIHA îro 18 Tebaxê ragehandiye ku artêşa Tirk hêzeke mezin li navçeya Şemzînanê kom kiriye û li başûrê navçeyê jî serê kolanan derketiye.

Li gor wê ajansê diyar kiriye ku nîşanvanên artêşê Tirkiyê di şer de cîh digirin û heya niha 2 welatiyên Kurd bêguneh şehîd bûne.

 

Li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê îro ji danê sibê de şer û pevçûn di navbera leşker Tirkiyê gerîlayên HPG'ê de derket.

 

Herweh helîkopteran jî li gundên Şapata û Yayla yên li wê navçeyê bombebaran kirin, ji encama bombebaranê agir bi daristanan ket.