AKPê nikarî hikûmetê pêk bîne

hikumeta heta 23ê Tebaxê newe pêkanîn, pêwîste Erdogan Hikumetê hilweşîne

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku AKPartiyê nikarî ti aliyekî bo avakirina hikûmetê ji xwe re bike hevpar, Davutoglu biryara di wê derbarê de vegerand Serokomarê Tirkiyê.

Medyayên Tirkiyê duh, 18ê Tebaxê ragehandin ku di civînekê de  Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutgolu bi awayelî fermî biryara pêkanîna hikumetê ji Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyib Erdogan re vegerand ev yeke jî gumana rêxistina hilbijartinên pêşwext bêhtir dike.

Di hilbijartinên ku 7ê Hezîrana borî de hatibûne encamdan AKPartiyê ji sedî 41 ji rêjeya dengan bi dest xistibû, bi wê yekê jî wê partiyê nikarî bi tena serê xwe hikûmetekê pêk bîne.

Ajansa Reuterzê jî ragehand ku dibe  Serokomarê Tirkiyê biryara pêkanîna hikumeta nû radestî Partiya Gel a Komarî ku duyemîn partiya herî mezine di Tirkiyê de ye, bike.

Li gor destûra Tirkiyê eger hikumeta heta 23ê Tebaxê newe pêkanîn, pêwîste Erdogan Hikumetê hilweşîne, herwiha daxwaza Hikumeteke demkî  bike heta hilbijartinên nû werin pêkanîn.