Encûmena Asayişê plana De Mistura pesend dike

plan ji 16 e xalan pêktê û bi razîbûna hemû welatên endam

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Neteweyên Yekbûyî piştgirya planeke aştiyê bû çaresrkirina krîza Sûriyê dike, plan ji 16 e xalan pêktê û bi razîbûna hemû welatên endam.

di daxuyaniyekê Encûmena Giştî ya NY di 17ê Tebaxê de daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir ku bi zûtirîn dem beyanameya Cenêvê ya di 30ê Hezîrana 2012an de derbarê kirîza Sûriyê derketî bi giştî cîbecî bikin, herwiha dest bi qonaxa veguhêz bikin.

Berî niha opozîsyona Sûriyê amadebûna xwe ji danûstandinên ligel rejîma Sûriyê nîşandabû, herwiha kêfxweşiya xwejî ji destpêşxeriya NY anîbû ziman.

Qonaxa veguhêz ji pêkanîna desteyeke serokatiya  veguhêz bi desthilatên veguhez, herwiha têgihêştineke veguhrtî ligel berdewamiya dezgehên hikumî pêktê.

Li gor medyaya Fransî destpêşxerî dê di Îlona werê de destpêbike, herwiha ji çar grûpên kar derbarê asayîş, parastin, terror û pirsên siyasî li gel nûavakirinê pêktê.

Ji aliyê xwe ve alîkarê nûnerê Fransa li Encûmena Neteweyên Yekbûyî Alexis Lamek da zanîn ku yekem care di heya du salên borî  de Encûmena Neteweyên Yekbûyî li ser destpêşxeriyekê li hevdikin.

Tenê welatê Fenzewêla ku bi pêwendiyên xwe yên baş bi rejîma Sûriyê re tê naskirin têbîniyên xwe li ser bendên beyanameya NY da ku ji 16 xalan pêktihat.

Berî niha hemû destpêşxeriyên NY derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê têkçûbûn.