Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyekê belav dike
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji siysetmedar û medyayê kir ku “êdî gilî û gazinan” ji wezaterê nekin .
Di daxuyaniyekê de Wezareta Çavkaniyên Xwezayî duh, 19ê Tebaxê, ragehand ku ji ber dizîna petrola Kurdistanê ji di encama teqîna boriyê û dizîna petrolê biqasî 501 milyon dolar ziyan gehiştiye Kurdistanê.
Beriya niha boriya veguhestina petrola Kurdistanê bi bendera Ceyhan a Tirkiyê, li navçeya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji aliyê gerîlayên PKK ve hatinbû teqandin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxwaz ji siyasetmedar û medyayên Başûrê Kurdistanê kir ku şûna ku rexneya li wezaretê bigrin “êrîşên li ser boriya petrolê şermezarbikin.”