HDPê beşdarî hikûmeta hilbijartinê dibe

AKP jî wê bi tundî rexne dike

 K24- Istenbol

Danûstandinên li ser damezrandina hikûmeta hilbijartinê li Tirkiyê didomin. CHP'ê û MHP'ê û HDPê jî nêrînên cûda didin, rewş di navbera patiya navborî AKPyê de jî aloztir dibe.

CHPê û MHPê diyarkirine ku, ew beşdarî wê hikûmetê nabin û ti berbijêran jî jê re pêşkeş nakin. Lê Hevserokê HDPê Selahadîn Demîrtaş gotibû ew ê di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin û endamên xwe bi xwe hilbijêrin.

Piştî daxuyaniyên Demîrtaş, danûstandinên diyarkirina endaman destpêkir. AKP'ê ev daxwaz di cih de nedî lê belê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen daxwaza Demîrtaş dubare kir.

Bilgen di daxuyaniyekê de ji K24ê re got:"Divê rêz ji diyarkirina wezîran re were girtin. Em ê di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin. Em dibêjin em ê di prosesa hilbijartinê de bi berpirsiyarî tevbigerin. Li Tirkiyeyê Proseseke darbeyî heye. Li bajaran rewşa awarte tê ragihandin."

Bi van gotinên Bilgen aloziya siyasî ya di navbera her du partiyan (HDPê û AKPê) de germtir bû. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoğlu ev daxwaza HDPê bi zimanekî tund rexnekir û got ku, ew dê wezîran li goor destûrê binerxînin.

Ahmed Davutoglu got jî: "Heger wiha ne axifîbane, belkî min bixwasta bi wan re gotûbêj kiriba û ji ber rêzgirtina min a demokratîk min bi wan re binirxandibiya û ji wan re bipirsiya. Lê belê piştî heqaret li min kirin, tu mafê wan nîn e ji min daxwaz bikin ku ez ji destûrê dûrbikevim û helwesta xwe biguherim."

Piştî van rexneyên tund, tê meraqkirin ku gelo wê AKPê ji HDP'ê daxwaza endaman bike an na, gelo wê HDP biryara xwe ya beşdarbûna di hikûmeta hilbijartinê biguherîne yan na?

Roja 1ê Mijdarê jî bo encamdana wan hilbijartinan hatiye diyarkirin.