Dadgehê biryar derheqê Hevserokên şaredariya Farqîn û Sûra da
K24 – Amed
Hevserokên şaredariya navçeyên Sûr û Farqînê yên Ameda Bakurê Kurdistanê ji ber ragehandina “xweseriyê” hatin girtin.
Li gor medyaya Tirkiyê, duh, 22 Tebaxê, Hevserokên Şaredariya Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût, herwiha Hevserokên Şaredariya Farqînê Elî Riza Cîçeklî û Yuksel Bodakcî û welatiyên bi navên Hesen Irmak, Ebdulnesîm Baran û Guneş Olmaz hatin pêşberî dadgehê.
Di dadgehê de, bi bihaneya ku “têkdana yekbûna dewletê” biryara girtina Seyîd Narîn, Yuksel Bodakcî, hat dayîn. Barûd, Çîçeklî, Olmez, Irmak û Baran jî hatin berdan.
Piştî ku Sûr û Farqînê “xweserî” ragehandibûn, artêşa Tiriyê ew deverên Bakurê Kurdistanê wek herêmên qedexe ragehandibû û li dijî sivîl û gerîlayên PKKê operasyon kiribûn.
Hevserokên şaredariya navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê roja 19ê vê mehê, piştî ragehandina “xweseriyê” hatibûn girtin.