”Herêma Kurdistanê petrol nefirotiye Îsraîlê”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ti girêbest ligel Îsraîlê îmze nekiriye

K24- Hewlêr

Parlementerekî Kurd dibêje ku, ti girêbesta firotina petrolê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyayên Îsraîlî de nehatiye îmzekirin.

Rojnameya Financial Times a Brîtanî di hejmara xwe ye roja 23ê Tebaxê de belavkiribû ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bihayekî erzantir ji bazarên cîhanê, petrola xwe difroşe Hikûmeta Îsraîlê.

Di vê derbarê de, Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesazî û Enerjiyê li Parlementoya Kurdistanê, Dilşad Şeiban di daxuyaniyekê de ji K24ê re zanyariyên ku di wê raportê de hatine red kir û got: “Heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek ligel ti kompaniyayên Îsraîlî îmze nekirine.”

Dilşad Şeiban da zanîn jî ku, petrol wek her kaleyeke din li bazaran danûstan ligel tê kirin, dibe ku Îsraîlê petrola Kurdistanê ji hin kompaniyayên cîhanî kirîbe “lê em piştrast dikin ku ew petrol ji Herêma Kurdistanê nekiriye.”

Di rapora Financial Timesê de hatiye jî ku, di Gulan û Tebaxê de, Îsraîlê biqasî yek milyar dolarî petrol ji Herêma Kurdistanê kirî ye.

Wî parlemnterê Kurd eşkere kir jî ku, ew dibîne ku tiştek asayî ku Herêma Kurdistanê petrola xwe bifroşe her welatekî cîhanê.”