Cenazeya fermandarekî mezin ê Pêşmerge bi axê hat spartin

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê, fermandarê Pêşmerge Ferîdûn Ciwanroyî bi merasîmekê hate oxir kirin.

K24 – Hewlêr

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê, fermandarê Pêşmerge Ferîdûn Ciwanroyî bi merasîmekê hate oxir kirin. 

Îro 25 Tebaxê li goristana Havînehawara Pîrmamê, fermandarê Pêşmerge Ferîdûn Ciwanroyî bi merasîmekê û bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê bi axê hate spartin.

Herweha di merasîma oxirkirinê de berpirs û endamên polîtbîroya siyasî û herwiha malbata Ciwanroyî jî amade bûn. 

Fermandarê Eniya Xazirê Ferîdûn Ciwanroyî îro berbangê di bûyereke çûnûhatinê de li ser riya Hewlêr-Xazirê canê xwe jidest dabû, herwiha li gel wî 5 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn. 

Pêşmerge Ferêdûn Ciwanroyî endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê û berpirsê Mihwerê Xazirê bû.