Davutoglu hikûmeta demkî dadimezrîne
K24-Navenda Nûçeyan
Erdogan erkê pêkanîna Hikumeteke demikî da Davutoglu û pêwîste di heyama 5 rojan de navên wezîrên Hikumeta nû diyarbike.
Serokomarê tirkiyê Receb Teyyb Erdogan duh,25ê Tebaxê li qesra serokatiyê bi serokê Ak partî Ehmed Davut oglu re civiya û di civînê de Erdogan erkê pêkanîna hikûmeta demikî da Davutoglu, û li gor rêjeya dengan wezaretan bide partiyan.
Serokomarê tirkiyê û Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ismet Yilmaz di civînekê de berî niha biryara nûkirina hilbijartina tekezkirbûn.
Pêwîste Serokê Akpê Ehmed Davutoglu di heyama 5 rojande hikûmeta demikî pêkbîne.
Li gor yasayan divê wezaretên Dad, Karên Navxwe û yê Veguhestinê bidin endamên serbixwe. Bi vî awayî ji 23 wezaretan AKP 11, CHP 6, MHP û HDP jî her yek 3 wezaretan digrin.
HDP biryar dabû ku di nav hikûmetê de wezaretan bigre. Lê belê MHP û CHP diyar kiribûn ku ew dê beşdarê hikûmeta demkî nebin.
Desteya Bilind a Hilbijartinê jî diyar kiribû ku heger Serokomar biryara nûkirina hilbijartinan bide dê di nava 90 rojan de hilbijartin bêne damezrandin.