Li Xurmatû her diçe rewş aloztir dibe

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Li qezaya Xurmatû her diçe rewş aloztir dibe û çekdarên Heşdî Şeebî êrîşî Kurd û malên wan dikin. Her îro welatiyekî Kurd bi destê nîşangirekî Heşdî Şeebî hat şehîdkirin û hêzeke Pêşmerge jî bo parastina welatiyan ber bi qezayê ve ket rê.

Roja 12ê Mijdarê piştî ku çekdarên Heşdî Şeebî xwestin bikevin qezaya Xurmatû di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de alozî derket û heta niha jî berdewam e. Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê li deverê, îro xortekî Kurd bi destê nîşangirekî Heşdî Şeebî hat şehîdkirin. Di heman demê de teqe li otomobîla tîmê K24ê jî hat kirin û çend qule lê ketin.

Li gor heman agahiyan, çekdarên Heşdî Şeebî li nav Xurmatû mizgefteke Suneyan dagîr kirine û şer jî berdewam e. Welatiyên qezayê ji K24ê re axifîn û gotin ku ligel şevê din rêkeftin hatibû kirin lê çekdarên wê grûbê pêbendê rêkeftinê nebûne û vê sibê dîsan dest bi êrîşan kirine.

Fermandeyên Hêzên Pêşmerge jî hewl didin ku rewşê aram bikin û welatiyên navçeyê biparêzin. Herwiha ragehandin ku li benda fermana serkirdayetiya Kurd in ka dê çi biryarek were dayîn.

Ji aliyekî din ve li Taxa Hey Eskerî ya bajarokê Xurmatû (70 km başûrê Kerkûk), pêrê çekdarên Heşdî Şeebî êrîşî çend malên Kurdan kiribûn û şewitandibûn. Heman rojê (13.11.2015) Turkmenên wî bajarokî hewl dabûn ku çend malên Kurdan bişewitînin lê belê rê li wan hatibû girtin û ji wê rojê ve rewşa navçeyê aloz e.

Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.