Bi sed hezaran zarokên penaber ji xwendinê bêpar in

Kurd24

K24 – Stenbol

Li gor daneyên saziyên civakî yên li Tirkiyê, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê  zêdeyî 700 hezar zarokên Sûriyê yên penaber ji ber sedemên aborî û nezanîna zimanê Tirkî nikarin biçin dibistanê û ji mafê xwendinê bêpar in.

Di rapora saziyên civakî yên sivîl de ku li ser penaberan hatiye amadekirin tê gotin ku li Tirkiyê zêdeyî 700 hezar zarokên penaber hene,  ji wan tenê 200 hezar zarok dikarin bixwînin û yên din jî ji ber cudahiya ziman û pirsgirêkên aborî nikarin herin dibistanê.

Hiquqnas Abdulhalim Yilmaz diyar kir ku li Ewropayê penaber piştî ku kar û barên pêwîst yên bo perwerdehiyê çêkirin bi rehetî dikarin perwerde bibin û rê li ber wan vekirî ne, li Tirkiyê ji bo perwerdekirina penaberan dibistan hene lê têrî nake û gelek kêmasî hene.

Yilmaz da zanîn ku divê hemû zarokên penaber yên Ereb û Kurd bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin û got: "Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, dema dibistan vedibin, ji bo perwerdekirina zarokên penaber qanûnan derdixe da ku zarok dest bi dibistanê bikin lê belê ji ber sedemên aborî û ji ber ku zarokên penaber bi Tirkî nizanin nikarin herin dibistanê."

Mamoste Zara Baro ku li Stenbolê di dibistana taybet de zarokên penaber perwerde dike dest nîşan kir ku di dibistanên fermî de ji bo zarokên penaber, ji bilî zimanê Tirkî bi zimanekî din perwerde nayê kirin û ev yek jî bo zarokan kêşeyeke mezin e.

Zara Baro wiha axifî: "Pêşeroja zarokên Sûriyê ne ev der e ne welatê Tirkiyê ye, pêşeroja wan welatê Sûriyê ye û gava ev zarok zimanê dayika xwe nizanibin û bi vî awayî vegerin welatê xwe bi rastî ev pirsgirêkeke mezin e. Zarokên penaber siberoj dê çawa vegerin welatê xwe û bi zimanê xwe, bixwînin."

Her wiha di raporê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û Civaka Navdewletî hat kirin ku ji bo zarokên penaber kêmasiyên perwerdê bên safîkirin û hejmara dibistanên bo zarokên biyanî jî bên zêdetirkirin.