Parlamenter sondxwarina Leyla Zana dinirxînin

Kurd24

K24 - Enqere

Sondxwarina Leyla Zana ya li Parlamentoya Tirkiyeyê, di siyaseta Tirkiyeyê de deng veda. Sondxwarina Zana ya ku bi Kurdî dest pê kir nehate pejirandin. serokatiya parlamentoyê xwest parlamentera Kurd Leyla Zana sondxwarina xwe dubare bike lê belê Zana ev yek bicih neanî û diyar kir ku ew ê careke dî sond nexwe.

Dengvedana sondxwarina Parlamentera HDPêy a Agirî  Leyla Zana berdewam e. Ev helwesta Zana ji aliyê Kurdên Bakurê Kurdistanê ve erênî hat pêşwazî kirin. Herwiha Partiya Demokratîk a Gelan jî xwedî li Leyla Zana derket.

Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yüksekdağ diyar kir ku ev şermeke lê belê ne şerma HDPê û Zana ye, şerma demokrasiya vê dewletê ye: “Em vê wekî qeyrana demokrasiya Tirkiyeyê dibînin. Hincetên ku bo sond neyê pejirandin, ne di cih de ne. Bi van hincetan hatiye xwestin ku rê li ber kêşeya rastîn were girtin. Beriya 24 salan jî ev pirsgirêk derketibû holê. Piştî ewqas sal hêj hişmendiya dewletê nehatiye guhertin.”

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadri Yıldırım jî got teksta sondxarinê li gorî felsefeya nijadpererst a Tirk hatiye nivîsandin û diyar kir ku ew dê wek partî daxwaza guhertina vê tekstê bikin: “Em dê pêşniyaziya guhertina teksta vê sondxwarinê bikin. Emê pêşniyaz bikin ku ji aliyê naverokê ve ev tekst wiha bê guhertin ku tu gel, tu netewe û tu bawerî li derve nemînin.“

Di 6 Mijdara 1991ê de Leyla Zana li Parlamentoya Tirkiyeyê bi heman şêweyê sonda xwendibû. Zana ji ber sondxwarina xwe rastî êrîşan hatibû û doz lê hatibû vekirin û paşê bi 15 salên girtîgehê hat cezakirin. Zana heta sala 2004an di girtîhê de ma.