Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê şehîd Hozan bibîr tîne

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê salvegera şehîdbûna rojnamevan Hozan Ebûzêd bibîr tîne.

K24 – Hewlêr

Bi hilkefta salvegera Şehîdê rojnamevan Hozan Abûzêd, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê salvegera wî bi daxuyaniyekê bibîr anî.

Encûmena Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê îro 19 Mijdarê bi daxuyaniyekê salvegera şehîd Hozan Abûzêd bibîr anî, yê ku bi guleya nîşanvanekî li Serê Kaniyê di dema bûyêrên bajêr bi kamîreya xwe belge dikir, şehîd bûbû.

Di daxuyaniya Sendîkeyê de hat ku, “Şehîd Hozan yê ku ji destpêka şoreşa Sûriyê de tevlî nava rêfên wê bûbû,  ew netenê medyakarê tekane ye ku hatiye kuştin, lê heya niha salane hevalên wî yên medyakar ji aliyê rêjîm û rêxistinên terrorist ve tên armanckirin. Ku ew di pênûsa rojnamevan ya ku rastiyê ji xelkê re vediguhêze de, tirsê dibînin.”

Daxuyaniyê hat jî, ku kuştina rojnamevanan û ew di karê xwe de, tawanekî kirêt e, ji ber ku rojnamevan ne aliyek e di krîz û nakokiyan de. Ji berê wê xwastin ku rojnamegerî û rojnamevan bêne parastin.

Di daxuyaniyê de hat jî ku, “Em di Encûmena Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê de, em salvegera hevkarê xwe Hozan Abûzêd bibîr tînin û sozê bi xwîna hevalên wî yên li ser xaka Sûriyê şehîd bûne, didin ku, emê li xwîna wan wefadar bin, herwiha emê rastiyê ji xelkê re veguhêzin heger çendî buhayên wê giran bin jî.”

Şehîd Hozan di sala 1993 li Qamişlo jidayi bû. Ji destpêka şoreşa Sûriyê de wek çalakvanekî medyayî kar kir, di hemû xwepêşandanên Qamişlo de pişikdar bû, ku bi navê “Qaşoşê Qamişlo” dihat naskirin. di 19 Mijdara 2012 de gava bûyerên Serê Kaniyê bi kamêreya xwe belge dikir, şehîd bû.