Serokwezîrê Yûnanîstanê ligel HDPê dicive

Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag ragehand ku Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksîs Çîpras gotiye ''Ez bi hişyarî û heyranê çavdêriya tekoşîna HDPê dikim.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag ragehand ku Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksîs Çîpras gotiye ''Ez bi hişyarî û heyranê çavdêriya tekoşîna HDPê dikim.”

Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksîs Çîpras, li Enqerê  îro 19 Mijdarê, ligel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yûksekdag û Alîkarê Hevserokan Nazmî Gûr hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê Yuksekdağ bi daxuyaniyek rojnamevanî ragehand ku di hevdîtinê de rewşa aştiya Rojhilata Navîn û Balkanan hatiye gotûbêjkirin.

Figen Yuksekdag herwiha got ku Çîprasî jiber serkeftina hilbijartinan ew pîroz kirine û gotiye ew ji nêz ve û bi heyranî çavdêriya tekoşîna HDPê dike.