Jinên Amedê li dijî tundiya li ser jinê nerazîbûna xwe radigihînin

Pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Amedê îro li ser piyan bûn û bertek dan kuştin û gefên li ser jinan.

K24 – Amed

Pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Amedê îro li ser piyan bûn û bertek dan kuştin û gefên li ser jinan.

Bi sedan endamên KJA û Pêkhateyên wê, îro 20 Mijdarê li ber derê AZC Plazayê kombûn û bertek dan operasyon û kuştinên rojên dawî li Bakurê Kurdistanê. Jinan, ragihandin ku, ew dê li dijî kuştin û tundiya li ser jinê her tim di têkoşînê de bin û dev ji çalakiyan bernadin.

Li ser navê jinên çalakvan Zubeyde Zumrutê, got: “hêzên dewletê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê Selamet Yeşîlmena ducanî a 44 salî ku dayika 5 zarokan bû kuşt. Zumrutê ragihand ku, jinên Kurd bedelê tekoşînê dane û dê bidin.

Piştî daxuyaniyê, jin li nava sûka Amedê geriyan û belavok belavkirin û daxwaz kirin ku hemwelatî piştgiriyê bidin çalakiya jinan ya 25ê vê mehê.

Xwîşkên bi navên Mîrabel ên ku ji bo azadiya welatê xwe têdikoşiyan, di sala 1960an de hatin kutşin. Ji bo domandina têkoşîna her sê xwişkan, 25ê Mijdarê wek roja piştgirî û têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê hatiye ragihandin.