Boztoprak: Li Tirkiyê 300 hezar zarokên di nav şer de mezin dibin

Li tevahiya cîhanê, roja 20'ê Mijdarê, weke roja mafên zarokan a dinyayê tê zanîn. Di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li gel Tirkiye gelek welatên din ji bo mafên zarokan di sala 1989'an de peyman mohr kirine. Lê belê ji bo zarokan jiyaneke rehet nîn e. Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 300 hezar zarokên ku emrê wan ji 18 salî biçûktir in, di nav şer de mezin dibin.

K24 – Stanbol

Li tevahiya cîhanê, roja 20'ê Mijdarê, weke roja mafên zarokan a dinyayê tê zanîn. Di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li gel Tirkiye gelek welatên din ji bo mafên zarokan di sala 1989'an de peyman mohr kirine.

Lê belê ji bo zarokan jiyaneke rehet nîn e. Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 300 hezar zarokên ku emrê wan ji 18 salî biçûktir in, di nav şer de mezin dibin.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê parêzer Zeynep Ceren Boztoprak îro 20 Mijdarê ji K24 re ragehand: Ji ber şer û tundiyê her sal zarok dimirin, di nav şer de herî zêde zarok mexdur dibin, ewlehiya zarokan tuneye. Li girtîgehan gelek zarok hene ku li gel dayikên xwe dimînin.

Boztoprak got jî: “Li Tirkiyê, ji ber şer ji bo parastina zarokan verastkirineke qanûnî tune. Niha li hinek navçeyên Diyarbekirê û li navçeya Nîsebînê şer û alozî berdewam e derketina derve hatiye qedexekirin û zarok nikarin herin dibistanan, ji mafê perwederhiyê bê par in.”

Alîkarê kordînasyona koma “Girtîgehên zarokan bê girtin” Alper Yalçın got ku, “li Tirkiyê 100 girtîgehên zarokan hene, rewşa zarokên ku li girtîgehan dimînin gelek xirab e, mafên zarokan tên binpêkirin. Herî dawî li girtîgeha Trabzonê zarokekî jiyana xwe ji dest da.”

Parêzvanên mafên mirovan daxwaz dikin hemû zarok, li dijî şer û tundiyê û kiryarên kirêt bên parastin û girtîgehên zarokan bên girtin.

Li Tirkiyê hejmara zarokên xizan nêzîkî 7,5 milyon e û bi hezaran zarokên karker hene. Sala par, 1886 karker miribûn ji wan 54 kes zarokên karker in.