AKP daxwaza guhertina sonda parlementoyê dike

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) daxwaza guhertina sonda Parlementoya Tirkiyê dike, Cîgirê Serokê wê jî dibêje ku “gortinên edyolojî” tê de hene.

K24 – Stanbol 

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) daxwaza guhertina sonda Parlementoya Tirkiyê dike, Cîgirê Serokê wê jî dibêje ku “gortinên îdeolojî” tê de hene.

Piştî ku parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Leyla Zana bi zimanê Kurdî dest bi sondxwarinê kiribû û hin guhertin jî xistibû sonda parlementoyê de, niha sonda parlementoya ketiye rojeva siyasî ya Tirkiyê.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK PARTİyê, Mehmet Ali Şahin îro, 22ê Mijdarê, diyar kir ku naveroka sondxwarinê divê bê guhertin. Şahin, amaje kir ku naveroka heyî tu kes bi dilekî xweş naxwîne û got ku ew naverok “cudahiyê dixe navbera kesan û gotinên îdeolojî in.” 

Şahin, got, yên dibêjin ku; guhertina naveroka "ji bo gundê berê kevneşopiyek nû" neheq in ji ber ku ev yek di sala 1982'an de hatiye nivîsîn, sûnda Komara Tirkiyeyê ya yekem wiha nebû.

Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu beşdar bû di nav gotûbêj de, Kiliçdaroglu destnîşan kir ku guhertina naveroka sondê ligel guhertina destûra bingehîn dikare bê gotûbêjkirin.

Lê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li ser mijarê diyar kir ku nabe naveroka sondxwarinê qet bi qet were guhertin.