ENKS: Xwepêşandanên me li dijî siyaseta PYD dê heftiyane bin

Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku dê xwepêşandanên ENKSê li dijî siyaset û kiryarên Rêveberiya Xweser heftiyane bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku dê xwepêşandanên ENKSê li dijî siyaset û kiryarên Rêveberiya Xweser heftiyane bin.

Endamê Emîndariya ENKSê Neşet Zaza îro 24 Mijdarê tevlî biltena Kurdistan24ê bû û ragehand, em ne li dijî fêrkirina zimanê Kurdî ne, lê em li dijî xistina aydolojiya partiyekê di rêbazên xwendinê de ne.

Zaza got jî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweser bi biryara leşkeriya neçarî gelek xurt ji Kurdistana Sûriyê derkirin, vê care jî bi aydolojîkirina rêbazên xwendinê dixwaze kesên di Kurdistana Sûriyê de mane jî koçber bike.

Derbarê destpêşxeriya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku endamê Pîlotbîroya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Qamişlo de ragehandiye, Zaza got ku, ti bingeh ji destpêşxeriyê re nehatiya danîn. Herwiha Zaza got jî berê jî gelek rêkeftin di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî de di navbera ENKSê û Rêveberiya Xweser de hatine îmzekirin, lê Rêveberiya Xweser û PYD şîrîketiyê qebûl nakin.

Zaza got jî, xwepêşandên ENKSê li dijî siyaset, biryar û kiryarên Rêveberiya Xweser û PYDê dê berdewam bin û dê heftiyane bin.

Zaza got jî ku, ENKSê xwedî pirojeyeke netewî ye, her tim sîngê xwe ji ji her rûniştineke li masa gotûbêjan vekiriye, bo xizmeta Kurdeyatiyê.