NY: Ji sedî 70 ji jinên cîhanê rastî tundiyê tên

Li gorî amarên rêxistiya Neteweyên Yekbûyî ji sedî 70yê jinan li ser asta cîhanê rastî tundûtîjiyê dibin, Ewropa jî divê amarê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li gorî amarên rêxistiya Neteweyên Yekbûyî ji sedî 70yê jinan li ser asta cîhanê rastî tundûtîjiyê dibin, Ewropa jî divê amarê de ye. 

Neteweyên Yekbûyî li roja cîhanî ya nehiştina tundûtîjiya hember jinan û di nûtirîn rapora xwe de, amarek belav kiriye û tê de hatiye: “bazirganî bi jinan li cîhanê ber bi bilind bûnê ve diçe, herwiha welatên Ewropayê jî di nava vê amarê de ne, li gorî amaran 70% ji jinan li cîhanê rûbirûyî tundûtîjiyê dibin”. 

Herwiha Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku “salane pêhtir ji 130 mîlyon keç li cîhanê ku temenên wan kêmtir e ji 15 saliyê tên xetankirin û bi taybet li welatên Afrîqyayê, 34% ji jinên Ewropayê jî rastî tundiya derûnî dibin.” 

Her di raporê de hatiye “bêhtir ji 700 mîlyon jinên ku temen 18 salî ne tên neçarkirin hevjîniyê pêk bînin. bêhtir ji 130 mîlyon jin bi zorê rûbirûyê seksê bûne, ji 70% ji wan ji wan jî bazirganî pê re tên kirin”. 

Neteweyên Yekbûyîî eşkere jî kir ku ji her 100 jinan li cîhanê 10 ji wan rûbirûyî destdirêjiya seksî dibin, li ser asta cîhanê jî Fransa, Brîtanya û Amerîka li pêşiya rêzbendê tên, lê belê bi sedema ceng û tundûtîjiyên rojhelata navîn û Afrîqyayê jin zêdetir dibin qurbanî.