Encûmena Sûrî: Kurd wê her wek beşeke girîng a Sûriyê bimînin

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê, li ser xistina firokeya şer ya Rûsiya li nav sînorê Sûriyê dibêje ku, ew bûyer ji encama helwesta dijminane ya Rûsya ya li dijî xelkê Sûriyê ye.

K24 – Stanbol 

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê, li ser xistina firokeya şer ya Rûsiya li nav sînorê Sûriyê dibêje ku, ew bûyer ji encama helwesta dijminane ya Rûsya ya li dijî xelkê Sûriyê ye.

Serokê Encûmena Niştîmaniya Sûriyê, Corc Sebra îro, 25 Mijdarê, ji K24ê ragehand ku:  "Hatina Rûsya bo Sûriyê hem ji bo parastina rejîma Sûriyê û hem jî ji bo berjewendiyên wê yên herêmî ye. Rûsya bi siyaseta xwe ya ku li ser Sûriyê dimeşîne serweriya xaka Tirkiyê hesab nake. Rûsiya dixwaze herêmê bixe nav aloziyê. Naxwaze li herêmê aramî pêk were. Em hêvîdarin bi ketina firokeyê Rûsiya derseke baş bistîne."

Sabra siyaseta nerim a Amerîka ya li hember Rûsya û Îranê dimeşîne rexne dike û bi bîr dixe, Rûsiya neku tenê rejîma Sûriyê diparêze herwiha êrîşî xelkê Sûriyê jî dike, lê Amerîka jî bi siyaseta xwe ya heta niha li beramber Rûsya nikariye can û malê welatiyên Sûriyê biparêze.

Sabra li ser cihê Kurdan di paşeroja Sûriyê de dibêje, Kurd ji roja destpêkê ya şoreşa Sûriyê ve wek Ereb, Tirkmen û pêkhateyên din şerê rejîmê dikin. Tenê xelkê Sûriyê dikarin çarenivîsa xwe diyar bike. Kurd beşeke girîng a xelkê Sûriyê ne û her dem jî wê wiha bimînin. 

Sebra got jî: "Di heyama 5 hefteyên borî de, êrîşên Rûsiya li ser artêşa azad û grûbên çekdar ên opozîsyona Sûriyê zêde bûn. Bi hezaran kesên li gundên di jêr deshilata opozîsyonê de rastî van êrîşan hatin. Ji bilî birîndaran bi hezaran kesan, gelek sivîl jî hatin kuştin û bi hezaran sivîl aware bûn ku neçar man cihê xwe berdin. "

Sabra destnîşan dike ku, nabe cudahî bê kirin di navbera netew û pêkhateyên mezhebî yên Sûriyê de. Ji bo paşeroja Sûriyê çare azadkirina gelê Sûriyê ji rejîma Beas a ku bi salan welatiyên xwe zîndanî kiriye ye.