ENKS dixwaze wek şandek serbixwe tevlî kongreyên navdewletî bibe

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ku ew daxwaz dikin ku wek şandeyek serbixwe tevlî kongreyên navdewletî yên derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ku ew daxwaz dikin ku wek şandeyek serbixwe tevlî kongreyên navdewletî yên derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de bibin.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Fêsel Yûsif îro, 25 Mijdarê, tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku civîna wan ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo piştgîriya ENKSê bike.

Yûsif got jî ku, karê ENKSê li pêş çavên Encûmena Asayişa Navdewletî û welatên Ewropayê diyar e, ku ENKSê wek hêzeke xwedî nêrîn e di nav opozîsyona Sûriyê de.

Derbarê beşdarîkirina di kongreyên ku biryar e ji opozîsyona Sûriyê re werin lidar xistin de, Yûsif ragehand ku, wan daxwaza piştgîriyê ji Serok Barzanî wek rêveberekî ji projeya netewa Kurd kiriye û li gor gotina wî, Barzanî bi erênî bersiv daye.

Yûsif di dawiya axftina xwe de got ku, ew dixwazin wek şandeyeke serbixwe di civîna opozîsyona Sûriyê ya li Erebistana Siûdiyê de beşdar bin û wiha berdewam kir “heger ENKSê bi çi awayî jî di kongreyan de beşdar bibe, emê dengê miletê Kurd bin.”