Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji YEyê dike

Nûnerê Hikûmeya Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Parlementoya Ewropayê civiya ye.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Herêma Kurdistanê daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dike ku di pirsa avakirina Şingalê de alîkariyê pêşkeş bike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YEyê, Dilawer Ajgeyî ji K24 re ragehand ku, ew îro, 26ê Mijdarê, ligel Komîteya Karûbarên Iraqî di Parlementoya Ewropayê de civiya.

Ajgeyî ku bi rêya telefonê beşdarî bulteneke K24 bibû, diyar kir jî ku wî daxwaz ji YEyê kiriye ku di pirsa avakirina Şingalê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re alîkar be.

Şingal di 13ê Mijdarê de ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye rizgarkirin, çekdarên rêxistina DAIŞê ya radîkal jî ew dever kirine kavil.