Li Ezazê zirareke mezin gehişte Eniya el-Nusrayê

Li rojavayê bajarokê Ezazê û nêzîkî herêma Efrînê şer û pevçûn di navbera îslamiyên radîkal û çekdarên Cêş el-Swar de berdewam in.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Li rojavayê bajarokê Ezazê û nêzîkî herêma Efrînê şer û pevçûn di navbera îslamiyên radîkal û çekdarên Cêş el-Swar de berdewam in.

Li gor peyamnêrê K24 li Kobanê, şer û pevçûnên tund di navbera Cêş el-Swar ji aliyekî û Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam ji aliyekî din ve li Aşê Fêsel û gundê Şewaxra, Malkiyê û Tinibê ji şeva borî 26 Mijdarê ve berdewam in. 

Peyamnêrê me diyar kir ku, ji encama şer û pevçûnan Cêş el-Swar karîne 3 xalên stratîjîk yên el-Nusrayê kontrol bikin, herwiha 4 otomobîlên leşkerî yê heman gûrpê jinav birine û 11 çekdarên wê jî kuştin.

Peyamnêrê K24 da zanîn jî ku, ji encama topbarana el-Nusrayê ji gundê Şewxrayê re 4 kesên sivîl jiyanên xwe jidest dane û 2 şervanên Cêş el-Swar jî birîndar in.  

Herwiha li gor peyamnêrê K24ê yê Efînê jî, duh şer û pevçûn ji demjimêr 16:30 li nêzîkî gundê Keştiyarê yê ser bi Efrînê ve û Aşê Fêsel û gundê Malkiyê yên bi ser Ezazê ve berdewam derketibû.

Gundên Şewaxra, Malkiyê û Tinibê û Aşê Fêsel bi ser bajarokê Ezazê ve ne û dikevin sînorê herêma Efrînê yê li başûrê rojhilatê ve li ser riya Heleb û Efrînê.