Îslamiyên radîkal gefan li YPG dixwin

Tevgera Ehrar el-Şam gefê li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dixwe û dibêje ku ewê taxa Şêx Meqsûd a li Helebê bike herêmeke leşkerî.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Tevgera Ehrar el-Şam gefê li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dixwe û dibêje ku ewê taxa Şêx Meqsûd a li Helebê bike herêmeke leşkerî.

Tevgera Ehrar el-Şam îro, 27 Mijdarê, di daxuyaniuekê de ku çapek jê gehêşt K24ê, ragehand ku ewê binkeyên YPGê li taxa Sêx Meqsûd a Helebê armanc bike. Herwiha sivîlan jî agahdar dike ku ji wê taxê derkevin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, YPG û Cêş el-Swar û ligel êrîşên firokeyên Rûsî pêgehên wan li Aşê Fêsel û gundên Keştiyarê û Malkiyê yên ser bi Ezazê ve armanc dikin.

Beriya niha peyamnêrê K24 li Kobanê diyar kiribû ku, şer û pevçûnên tund di navbera Cêş el-Swar ji aliyekî û Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam ji aliyekî din ve li Aşê Fêsel û gundê Şewaxra, Malkiyê û Tinibê ji şeva borî 26 Mijdarê ve dest pê kiriye.

Li gor zanyariyan jî ku, Cêş el-Swar karîne 3 xalên stratîjîk yên Ehrar el-Şam û el-Nusrayê ve kontrol bikin, herwiha 4 otomobîlên leşkerî yên wan grûpan jinav bibin û 11 çekdarên wan jî bikujin.

Taxa Şêx Meqsûd yek ji taxên Kurdan yên li Helebê ye, ji 30 Adara 2013 ve ji aliyê Tevgera Ehrar el-Şam ve her car tê armanc kirin.