Li Amedê alozî berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Bombeyek dengî avêtin Rêveberiya Ewlekariya Amedê lê di êrîşê de ti zirarek canî nebû.
Li Bakurê Kurdistanê komek endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger ên ser bi rêxistina Ciwanên PKKê, Îro 27 Mjidarê danê êvarê, li navçeya Baglar a Amedê, bi bombeya deng û molotofan êrîşê avahiya Ewlekariyê kirin.
Piştî êrîşê polîsan jî bi bombeyên gazê bersiv da û pevçûn derket.
Li taxa Kaynartepe jî komekê din rê ji hatinûçûnê re girtin û otomobîl rawestandin.
Li navenda Amedê alozî berdewam dike û hêzên ewlekariya Tirkiyê ji bo girtina endamên rêxistina ser bi PKKê operasyon dane destpêkirin.