Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kuştin

Li Diyarbekirê di dema daxwiyaniya Baroyê de şer û pevçûn derket û di encam de Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kuştin û rojnamevanek jî birîndar bû.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di dema daxwiyaniya Baroyê de şer û pevçûn derket û di encam de Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî îro ligel hejmarek parêzer li ber minareya çar pê ya navçeya Balikçilarbaşiya qezaya Surê ya navenda Diyarbekirê daxwiyaniyeke çapemeniyê da.

Piştî daxwiyaniyê derdora saet 11:00 ji navçeyê dengê teqeyan hat û di şer û pevçûnan de Serokê Baroyê Tahîr Elçî ji sere xwe birîndar bû û ket erdê. Hat zanîn ku Elçî canê xwe ji dest daye.

Di şer û pevçûnan de 10 kes ligel rojnamevanekî jî birîndar bûn û aliyên peywendîdar birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa aloz a li Diyarbekirê berdewam e. Li gor peyamnêrê K24ê, niha cenazeyê Elçî li morga Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ye û bi sedan welatî ber bi nexweşxaneyê ve diherikin. Herwiha tê gotin ku ji Cizîrê jî merivên wî ketine rê û ber bi Diyarbekirê ve tên.

Herçiqas heta niha ne zelal e jî lê tê gotin ku polîsek jî hatiye kuştin û 3 jî birîndar in. Derbarê rewşa birîndaran de jî tê gotin ku rewşa wan ne xirab e.

Tahîr Elçî

Sala 1966ê li navçeya Cizîra Şirnexê ji dayîk bûye. Hiqûqnas û aktîvîstekî Kurd bû. Xwendina xwe ya serekî û amedayî li Cizîrê qedandiye. Sala 1991ê ji Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Fakulteya Hiqûqê mezûn bûye.

Di navbera 1998-2006an de li Baroya Diyarbekirê wek berpirs kar kiriye. Berî bikeve ber êrîşê Serokê Baroya Diyarbekirê bû. Elçî, ku ji sala 1992an ve li Diyarbekirê parêzeriyê dike, îro 28ê Mijdara 2015an ket ber êrîşekê û cane xwe ji dest da.