Otombîleke bombarkirî Asayişa Xurmatûyê armanc dike

Otombîleke bombebarkirî li nêzîkî navenda Asayişa bajarokê Xurmatuyê teqiya û di encamê de 5 polîsan jiyanên xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Otombîleke bombebarkirî li nêzîkî navenda Asayişa bajarokê Xurmatuyê teqiya û di encamê de 5 polîsan jiyanên xwe jidest dan.

Rêveberê Asayişa bajarokê Xurmatûyê Moqedem Faroq Mihemed ji peyamnêrê K24ê, îro 28 Mijdarê ragehand ku, otombêleke bombebarkirî li nêzîkî navenda Asayişa bajarokê teqiya, di encamê de jî 5 polîsan jiyanên xwe jidest dan û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Mihemed got jî, ku hêzên ewlehiyê gehêştin cihê bûyerê û rewşa bajarokê kontrol kirin, herwiha birîndar jî veguhastin nexweşxaneyê.

Roja 12ê Mijdarê piştî ku çekdarên Heşdî Şeibî xwastin bikevin qezaya Xurmatû di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de alozî derket.

Bajarokê Xurmatûyê du beş in, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.