"Divê ji bo azadkirina Mûsilê lihevkirineke pêşwext hebe

Şêwirmendê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê behsa qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê dike.

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê behsa qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê dike.

Şêwirmendê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaja bi qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê dike û radigehîne, divê lihevhatin li ser pêşeroja parêzgehê bê kirin û rêvebirneke hevseng bo Mûsilê were danîn da ku şaşitîyên berê hember pêkhatên cuda li parêzgehê dubare nebin.

Mesrûr Barzanî, ragehand jî ku hêza Pêşmerge hevahengiyê tenê ligel wan hêzên Îraqî yên destûrî û yasayî dike. Barzanî eşkere jî, ku hêzên destûrî nabin sedema heyecana tayîfegeriyê.

Şêwirmendê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê amaje kir jî ku hêzên Pêşmerge amade ne berhingarbûna terorê bibin û şerê DAIŞê bikin li her cihekê hebe, lê belê rêkeftin li ser diyarkirina wan hêl û cihên bê kirin ku hêzên Pêşmerge tê de cîgîr bin.

Ev peyvên Şêwirmendê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê, di çarçova civîna ligel Xalid Obeydî yê Werzîrê berevaniyê yê Îraqê hatin, ku bi serdanekê niha li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê ye.

Obeydî beriya niha, ligel Serokê herêma Kurdistan û Serokê Civata Wezîran civiya bû. Di hember de, Xalid Obeydî, amaje bi bandora hêzên Pêşmege kir û derbarê alîkariyên leşkerî jî ragehand, astengên hember alîkarîkirina hêzên Pêşmeger ji aliyê Bexdayê ve, astengên siyasî ne.