HDP: Kuştina Tahir Elçî kuştineke siyasî ye

Partiya Demokrata Gelan HDPê radigehîne ku kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî kuştineke siyasî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Gelan HDPê radigehîne ku kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî kuştineke siyasî ye.

Di daxuyaniyekê de ku li malpera Partiya Demokrata Gelan HDPê de sebaret mirina Elçî îro 28 Mijdarê hatiye belavkirin û tê de HDPê dibêje ku Serokê Baroya Amed Tahir Elçi rastî kuştina siyasî hatiye, ji ber ku êrîşên medyaya Tirkiyê li ser wî dihate kirin.

Serokê Baroya Amed Tahir Elçî îro li ber minareya çar pê ya navçeya Balikçilarbaşiya qezaya Surê ya navenda Amedê  hat kûştin.

Elçî beriya niha li 20 vî mehê bi sedema gotinên wî yên li ser PKKê ku gotibî “PKKê rêkxistineke ne teroristî ye” hatbû binçavkirin. Piştre  Elçî li dadgeha Amedê rastî dadgehkirinê bû û 7 sal û nîv hukim xwaribû.