Brîtanya û Amerîka derbarê Kuştina Tahir Elçî de hatin deng

Balyozê Brîtanya û balyozxaneya Amerîkayê yên li Tirkiyê di 2 twîtên cuda de xemgîniyên xwe derbarê kuştina Tahir Elçî de derbirîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Brîtanya û balyozxaneya Amerîkayê yên li Tirkiyê di 2 twîtên cuda de xemgîniyên xwe derbarê kuştina Tahir Elçî de derbirîn. 

Balyozê Birîtanyayê li Tirkiye Richard Moore, di twîtekê de ragehand: “Ez sersormayî û xemgîn bûm” bi kuştina hevalê xwe Tahir Elcî.

Balyozê birîtanyayê got jî: “ Mirovekî baş û aza jiyana xwe jidest da.”

Ji aliyekî din, balyozxaneya Amerîkayê jî li Tirkiye, di twîteke xwe de diyar kiriye: “ Em sersormayî bûn bi mirina trajîdî ya Tahir Elçî ku berevankarekî aza yê mafên mirov bû.”

Balyozxaneya Amerîkayê nemana Elçî bi: “Xesareteke gelek xirab e” wesif kir.

Serokê Baroya Amed Tahir Elçî îro li ber minareya çar pê ya navçeya Balikçilarbaşiya qezaya Surê ya navenda Amedê hat kûştin.