Parêzerên Hewlêrê kuştina Elçî şermezar dikin
K24 -Hewlêr
Li Hewlêrê mîtîngeke nerazîbûnê hember kuştina Tahir Elcî birêve biçe.
Biryare sibe 29 Mijdarê li demjimêr 11an beriya nîvro, li Hewlêrê, li beramber Wezareta Dad ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mîtîngeke nerazîbûnê hember kuştina Tahir Elcî birêve biçe.
Parêzer û şêwirmend, û serperiştê mîtîngê Aso Haşim, bi K24 re ragehand, bi merema şermezarkirina kuştina Tahir Elçî Serokê Baroya Amedê, dê mîtîngek nerazîbûnê birêve bibin û beyannameyekê jî ji bo raya giştî dê bidin çapemeniyê.
Haşim eşkere jî kir ku ew weke girûpa parêzerên serbixwe, dê wê mîtîngê li dar bixin û tê de daxwazê ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî bikin, ku lêkolînên hûr li derbarê bûyera kuştina Elçî de bikin.