Înfografiyek derbarê jiyana Tahir Elçî de

K24 Înfografiyeke derbarê kurtejiyana Tahir Elçî de belav dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

K24 Infografiyek derbarê kurtejiyana Tahir Elçî belav dike.

Li Diyarbekirê di dema daxuyaniya Baroyê de şer û pevçûn derket û di encam de Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Tahir Elçî

Sala 1966ê li navçeya Cizîra Şirnexê ji dayîk bûye. Hiqûqnas û aktîvîstekî Kurd bû. Xwendina xwe ya serekî û amedayî li Cizîrê qedandiye. Sala 1991ê ji Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Fakulteya Hiqûqê mezûn bûye.

Di navbera 1998-2006an de li Baroya Diyarbekirê wek berpirs kar kiriye. Berî bikeve ber êrîşê Serokê Baroya Diyarbekirê bû.

Elçî, ku ji sala 1992an ve li Diyarbekirê parêzeriyê dike, îro 28ê Mijdara 2015an ket ber êrîşekê û canê xwe jidest da.