Merasîma veşartina cenazeyê Tahîr Elçî
K24 – Diyarbekir
Piştî ku doh bi destê çend çekdarên nenas hat kuştin, îro cenazeyê Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bi beşdariya serokên baroyên 80 bajaran û merasîmeke berfireh hat veşartin.
Cenazeyê Tahîr Elçî îro ji Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî hat rakirin û ber bi Goristana Yenîkapi ve birin û dê li wir were veşartin. Di merasîmê de ji xeynî ku bi hezaran welatî beşdar bûn, serokên baroyên 80 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî amade bûn.
Di merasîmê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş axaftinek kir û got: "Bêdewletbûnê Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî kuştiye."
Derbarê qetilkirina Elçî de, Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîttekê de gotibû: "Ez bi mirina tradejîk a çalakvanê Kurd û parêzvanê mafên mirov Tahîr Elçî gelekî xembar bûm."
Ji aliyekî din ve Balyozên Brîtanya û Amerîkayê yên li Tirkiyeyê dan xuyakirin kun wan hevalekî xwe û parêzerekî wêrek yê mafê mirovan wenda kirine.
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, ku ji sala 1992an ve li Diyarbekirê parêzerî dikir, doh 28ê Mijdara 2015an ket ber êrîşekê û canê xwe ji dest da.