Pênciwênî: Li Bakur şer ji çiyan çûye nav bajaran

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî, got ku li gor medya cîhanî û şirovekaran jî "Plan ji terorkirina Tahîr Elçî re hatibû danîn."
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Siyasetmedarê Kurd ê hevsozê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mihemed Emîn Pênciwênî, got ku li gor medya cîhanî û şirovekaran jî "Plan ji terorkirina Tahîr Elçî re hatibû danîn."

Di bernameyekî K24ê de, Mihemed Emîn Pênciwênî, behsa kesayetiya Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî kir û wiha axifî: "Elçî kesekî Kurdperwer bû, armanca kuştina wî jî tirsandina xelkê bû."

Derbarê helwêsta Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de jî, Pênciwênî got: "Evna tiştekî normal e û ji xwe ew nabêjin ku me kuştiye û berî jî hewl dan Selahattîn Demîrtaş teror bikin, her roj kiryarên terorîstî dikin û Başûrê Kurdistanê bombardiman dikin."

Pênciwênî da zanîn ku kesên destê wan di xwîna Elçî de heye, armanca wan ew e ku dosyayên kiryar nediyar veşêrin, lê dê rojek were ku derfet çêbibe û ew dosya zindî bibin. Li gor Pênciwênê, pêdiviya PKKê bi Elçî hebû, ji ber wî dikarî li navendên siyasî PKKê biparêze.

Pênciwênî axaftina xwe wiha qedand: "Li Bakurê Kurdistanê niha şer ji çiyayan çûye nav bajaran û kuştina Elçî dibe destpêkeke din bo derketina şerekî zêdetir."