Lavrov û Çavuşoglu lihev dicivin

Civîn dê ne li Rûsyayê birêve biçe.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragehand ku ew dê ligel hevşanê xwe yê Tirkî, Mevlut Çavuşoglu bicive.

Piştî xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve di 24ê Mijdarê de, Moskoyê êdî bersiva pêwendiyên rayedarên Tirkiyê nedida û her hevdîtinek du alî ligel Enqerê red kiribû.

Lê Sergey Lavrov îro, 2ê Kanûnê, ji rojnamevanan re got ku, ew dê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavûşoglu bicive û wiha pêde çû “Tirkiyê rijde ku hevdîtinek du al ligel Wezareta Derve (ya Rûsiyê) bike. Me jî qebûl kir û emê guhdariyê li Çavuşoglu bikin. Dibe ku tiştekî nû ku beriya niha nehatiye ragehandin bêje.”

Wezîrê Rûsî diyar kir jî ku, dê hevdîtin li paytexta Sirbistanê, Bilgrad be, di çarçoveya civîna Encûmena Wezîrên Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê de, ku dê roja 3 û 4ê Kanûnê birêve biçe.

Dê ev hevdîtin yekemîn civîna fermî be di navbera Rûsyê û Tirkiyê de, piştî xistina firokeya Rûsî li ser sînorê Tikriyê û Sûriyê.