Barzanî: DAIŞ bimîne, kiryarên têrorîstî jî zêdetir dibin

Mesrûr Barzanî: “Eger cîhan dixwaze bilez DAIŞê jinav bibe, divê hemû alî pêbendî şerê li dijî DAIŞê bin û vî şerî tenê nespêrin xelkê navçeyê.”

K24- Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel kanala TV2 a Nerwîjî de, daxwaz ji Osloyê û welatên din kir ku ew bêhtir alîkariya Pêşmerge bikin û got: “Em dixwazin Nerwîj bêhtir alîkariya me bike, çek û teqmeniyên bêhtir ji Pêşmerge re bişîne, ji ber ku Pêşmerge take hêze şerê rasteqîne li dijî DAIŞê dike.”

Derbarê rol û alîkariya Pêşmerge de, Barzanî got: “Ew Pêşmergeyên li bereyên şerin, xwedî malbat, dayik, bav, jin û zarokin, divê bi vî awayî em li wan binerin, bê çawa hûn li leşkerekî xwe dinêrin divê wiha li Pêşmerge jî binêrin û heman alîkariyê bo wî bikin, lewma divê Nerwîj û hemû welatên baweriya wan bi demokratî û pêkvejiyanê tê bi Pêşmerge re alîkarbin.”

Derbarê êrîşên terorîstî li ser Parîsê de, Mesrûr Barzanî got: “Sala par min Civata Navdewletî li ser vê yekê agahdar kir û min got; metirsiyaDAIŞê ne bi tenê ji bo vê navçeyê ye, lêbelê li ser hemû cîhanê ye, lewma her ku DAIŞ li vê navçeyê bimîne, wê karibe li cihên cuda ji cîhanê kiryarên têrorîstî pêkbîne.”

Navborî ragehand jî ku: “Bêguman ku DAIŞê bo demek dirêj pilnên xwe bo van kiryarên têrorîstî danîbûn, lê bi tenê li hêviya dema guncaw bû, heger DAIŞ neyê têkşikandin wê kiryarê wiha zêdetir bibin.”

Derbarê çawaniya têkşikandin DAIŞê di demek kin de Barzanî got: “Wê DAIŞê bê şikandin, guman di vê yekê de nîne. Lê belê pirs eve kengî? Heger cîhan bixwaze bilez DAIŞê tine bike, divê hemû alî pêbendî şerê çekdarên DAIŞê bibin,  ne tenê vî şerî bo xelkê navçeyê bihêlin, di baweriya min de DAIŞ ti paşeroj bo wê nîne, lêbelê her ku hebûna wê dirêj bike, wê kiryarên Têrorîstî jî bêhtir bin.”