Şandeya Pêşmerge daxwaza alîkariyê ji Îtalyayê dike

Şandeya Pêşmerge duh gehiştiye Îtalyayê û ligel berpirsên paye bilind ên wî welatî civiyan e.
kurdistan24.net

K24- Roma

Endamekî şandeya Pêşmerge li Îtalyayê dibêje ku, ew dê daxwaza pêşkeşkirina alîkariya zêdetir ji bo Pêşmerge bikin.

Fermandarê yekîneya 70ê ya Hêzên Pêşmerge, Ceifer Mistefa ji şanderê K24 li Romayê re ragehand ku, di civînên ligel berpirsên Îtalî de wan daxwaza alîkarî û hevkariyê zêdetir bo gelê Kurdistanê û Pêşmerge kiriye.

Mistefa diyar kir jî ku, tîmên leşkerî yên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê ne û bêguman ew heydarî metirsiya DAIŞê ne.

Navborî tekez kir jî ku, êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê li ser Parîs û Ewropayê “handerin ji bo ku bêhtir alîkariya Pêşmerge bê kirin.”

Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê, Îtalyayê alîkariya leşkerî pêşkeşî Hêzên Pêşmerge kiriye, herwiha çend şêwirmendên leşkerî bi mebseta perwerdekirinê şandibû Herêma Kurdistanê.

Şandeya Pêşmerge ji Wezîrê Pêşmerge (bi wekalet) Kerîm Sincarî, Sekreterê Giştî yê wezaretê, Cebar Yawer û çend fermandaran pêk tê.