Kiliçdaroglu: Pirsa Kurd bi awayên kevin nayê çareserkirin

Serokê CHP serdana malbata Tahir Elçî li Diyarbekirê kir.

K24- Diyarbekir

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) li DIyarbekirê sersaxî li malbata Tahir Elçî kir û got ku “Pirsa Kurd bi awayên kevin nayê çareserkirin.”

Serokê Partiya Gel a Komarî CHP, Kemal Kiliçdaroglu îro bi hejmarek parlementer re hate Diyarbekirê û sersaxî li malbata Tahir Elçî kir û got: “Tahir Elçî, gelek caran digot, barikatên ku di nava bajêr de ne tiştek ne rast e. Heger ku ew wesiyeta wî be divê herkes guhdariya wê bike. Barîkat pirsgirêkan çareser nake; zêde dike.”

Kiliçdaroglu, li Baroyê derheqê kuştina Tahîr Elçî de got; “Li nava Diyarbekirê serokê baroyê tê kuştin, divê  kiryarên wî derxînin holê. Divê dewlet delîla bibînin, kiryara bigrin û radestî dadê bikin. Elçî, dilxwazê aştiyê bû. Em nizanin hikûmet çi dike. Lê rewşa niha diyar e. Ev rewş dibe sedema pirsgirêkan. Pirsa Kurd bi şêwazên ku heta dawiya salên 90’an hatine ceribandin nayê çareserkirin. Em cihê çareseriyê siyaseta sivîl û parlementoyê dibînin.”

Kemal Kiliçdaroglu axaftina xwe wiha temam kir: “Em naxwazin ko ti bûyer feîlî meçhûl bimîne. Ji bo lêpirsinê me 24 caran komisyona lêpirsînê pêşniyariyê parlementoyê kir. Lê pêşniyariyên me nayên qebûlkirin.”