Li Şingalê xaniyek teqiya: 7 Pêşmerge şehîd bûn

Qasim Derbo hûrgiliyên bûyerê aşkere dike

K24- Navenda Nûçeyan

Li Şingalê xaniyekî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû bombebekirin teqiya, hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.

Fermanderê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê Qasim Derbo ji BasNewsê re ragehand: “Îro 2 Kanûnê seet 6 êvarî. Xaniyek li gundê  Cîdara ku 8 km dikev rojavayê Şingalê, teqiya û di encamê de 7 Pêşmerge şehîdbûn û yekî din jî birîndar bû.”

Şingal roja 13ê Mijdarê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatibû rizgarkirin piştî ku DAIŞê roja 3yê Tebaxa 2014an ew dever girtibû.

Qasim Derbo tekez kir ku, ew xanî berî niha ji aliyê çekdarên DAIŞê hatibû bombekirin û got: “Pêşmergeyên şehîd ser bi Kurdên Êzidî û fermandariya Şingalê ve ne, di dema ku wan erkê xwe dikir  xanî teqiya.”