Barzanî vegeriya Kurdistanê
K24- Hewlêr
Piştî serdana çend welatên Kendava Erebî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, vegeriya Hewlêrê
Barzanî îro, 2ê Kanûn, ji firokexaneya Şah Xalid li Riyadê gehişte Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî.
Serokê Herêma Kurdistanê pêr, 30ê Mijdarê, li Îmarat Erebî ligel Mîrê Ebû Zebî û çend berpirsên payebilind ên wî welatî civiya bû.
Duh Sêşemê Barzanî gehiştibû Erebistana Siûdiyê û ligel Şah Selman kurê Ebdulezîz civiya bû.
Serdana Barzanî bi mebesta bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Erebistana Sidûiyê û Îmarata Erebî bû.
Li Firokexaneya Şah Xalid jî, dema vegera Barzanî, Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil el-Cibêr amad bû.