Brîtanyayê jî dest bi êrîşên dijî pêgehên DAIŞê kir

Kameron daxwaz ji Parlementoya Brîtanyayê kiribû ku proje-yasaya derbarê şerê dijî DAIŞê de pêşkeş kiriye pesend bike, daku firokeyên Brîtanî jî pêgehên DAIŞê bombardiman bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanyayê piştî erêkirina Parlamentoyê, yekemîn êrîşa xwe bir ser pêgehên çekdarên DAIŞê yên li Sûriyê.

Jêderekî hikûmî yê Brîtanî îro ji Ruetersê re got ku piştî Parlamentoyê plana Serokwezîr David Kameron pesend kir, Brîtanyayê yekemîn êrîşên xwe yên esmanî li Sûriyê dijî DAIŞê kir.

Wî jêderî eşkere kir ku firokeyên ji corê Tornado êrîş birine ser pêgehên DAIŞê û bi saxlemî vegeriyan navendên xwe, lê wê jêderê ti hûrgiliyên din derbarê encamên wan êrîşan de nedane.

Kameron daxwaz ji Parlementoya Brîtanyayê kiribû ku proje-yasaya derbarê şerê dijî DAIŞê de pêşkeş kiriye pesend bike, daku firokeyên Brîtanî jî pêgehên DAIŞê bombardiman bikin.