Kanada dê zêdetir hevkariya Kurdistanê bike

Dîplomatê Kanadayî Bruno Saccomani ragehand ku dê welatê wî hevkariya xwe ya bo Herêma Kurdistanê û hêzên ewlekariyê zêdetir bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîplomatê Kanadayî Bruno Saccomani ragehand ku dê welatê wî hevkariya xwe ya bo Herêma Kurdistanê û hêzên ewlekariyê zêdetir bike.

Balyozê Kanada yê Iraq û Ûrdûnê Bruno Sakomanî ji medya welatê xwe re got ku dê hikûmeta Kanada bi taybet ji bo perwerdekirina polis û hêzên ewlakeriya şaristaniyê, alîkariyê bide Herêma Kurdistanê.  

Sakomanî amaje bi wê yekê jî kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî dixwaze di çarçoveya tekoşîna dijî terorê de, hêzên teybet ên Kanadayê hêzên ewlekariyê û Pêşmergeyan perwerde bikin.

 Bruno Sakomanî dibêje ku Herêma Kurdistanê di warê pêkve jiyana ol, bawerî û nasmaneyên cûda yên etnîkî de cihekî mînak e û herwiha ligel hemû pirsgirêkên aborî û krîza darayî jî Herêma Kurdistanê kariye pêşwaziya milyonek û 800 hezar panebaran bike.

Serokwezîrê nû yê Kandayê Justin Trudeau jî piştî hatibû ser desthilatê operasyonên esmanî yên li Iraqê rawestandibûn lê gotibû ku ew dê alîkariya leşkerî bide hêzên Iraqî û Kurdan.