Li Herêma Kurdistanê di 2 salan de 47 mayîn teqiyane

Li gor Dezgeha Giştî ya Karûbarê Mînan a Herêma Kurdistanê di 2 salan de 47 mayîn teqiyane û 7 kesan jî canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Dezgeha Giştî ya Karûbarê Mînan a Herêma Kurdistanê di 2 salan de 47 mayîn teqiyane û 7 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rêveberê Giştî yê Beşê Piştevaniya Qurbaniyan ser bi Dezgeha Giştî ya Karûbarê Mînan a Herêma Kurdistanê Rencber Xalid ji K24ê re ragehand ku, di 11 mehên borî yên sala 2015an de, 16 bûyerên teqîna mayînan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 14 kesên din jî birîndar bûne.

Rencber Xalid eşkere kir ku, di sala 2014an de 31 bûyerên teqîna mayînan hatine tomarkirin, ku di encam de jî 5 kes mirine û 26 kesên din jî birîndar bûne.

Mayîn û paşmayên teqemeniyê li Başûrê Kurdistanê yên ku ji serdema şerê di navbera Iraq û Îranê de hatine vedan, salane dibin sedema kuştin û birîndarbûna gelek kesan.

Herwiha li gor raporteke nivîsîngeheke taybet a Rêkeftina Navdewletî ya qedexekirina bikaranîna mayînan li dijî mirovan ser bi Neteweyên Yekbûyî, rojane 10 kes li cîhanê dibin qurbaniyên teqîna mayînan.

Li gor raporteke din jî, di navbera salên 1991 – 2007an , 14 hezar kes li Iraqê bûne qurbaniyên teqîna mayînan.