Putin: Xwedê rayedarên Tirkiyê bi dînîtiyê ceza kirin

Putin li pêş Parlementoya Rûsyeyê tekez kir ku dê Tirkiyê “poşman bibe”

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê, Valdimir Putin got ku “Xwedê rayedarên Tirkiyê bi dînîtiyê ceza kirin” gefên dijwartir jî li Enqerê xwarin.

Putin di gotara xwe ya salane de li pêş Parlementoya Rûsyê îro, 3yê Kanûnê, xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve bi “karê herî pîs û xirap” da zanîn.

Tirkiye tekez dike ku firokeya Rûsî esmana wê derbas kiribû, lê Mokso vê yekê red dike.

Putin bi zimanekî tûj rexne li rayedarên Tirkiyê girtin û got: “Encam çi bû? Ev alozî dest pê kirin û dewlet têkdan û xelik li dijî hev gerimkirin, piştî wê jî bi hesanî, destê xwe jê şûştin û rê li pêş radîkal û terorîstan vekirin.”

Heta niha Rûsyayê gelek rêkeftinên aborî yên ligel Tirkiyê rawestandine û Putin red dike ku ligel Erdogan bicive.

Derbarê bersiva Moskoyê de li ser xistina firokeyê, Putin  aşkere kir ku “Dê armanca bersivdayîna me ne bidestxistina armancên siyasî di demek kurt de be, emê bi berpirsiyarî danûstanê bikin. Lê eger kesek hizir bike ku piştî kirina vê tawana qirêj dê bi çend cezayan li ser karkerên avedaniyê bifilite, ew şaş e. Dê ev kiryara wan li bîra me be û dê ew poşman bibin.”