Davutoglu: Kes ji derewên Rûsyayê bawer nake
K24- Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê tohmetên Rûsyayê yên derbarê petrola DAIŞê de bi “derew” binav dike û dibêje ku “kes bawer nake.”
Wezareta Bergirî ya Rûsyayê duh, 2ê Kanûnê, bi wêneyan belav kiribûn ku DAIŞ bi 3 rêyan petrola xwe digehîne Tirkiyê û di beramber de çek û pereyan werdigre.
Bersiva Tirkiyê li ser zarê serokwezîr Ahmet Davutoglu hat, dema îro, Pêcşemê, ragehand ku “ew tohmetên Rûsyayê derewin û kes ji makîneya Soviyetî ya propagandayê bawer nake.”
Davutoglu got jî ku “di cenga cîhanî ya yekem de, makîneyek Soviyatî ya propagandiyê hebû, rojane derew belavdikir, destpêkê wan (Soviyet) bawer dikir, piştire jî li hêviya wê yekê bûn ku cîhan bawer bike.”
Derketin aloziya siyasî û aborî di navbera Rûsya û Tirkiyê de, piştî bûyera xistina firokeya Rûsî hat. Enqere tekez dike ku firokeyê esmana wan derbas kiribû lê Mosko red dike.