CHP: Kuştina Elçî plankirî bû

Cîgirê Serokê CHP ji K24 re behsa rewşa Bakurê Kurdistanê dike

K24- Stenbol

Cigirê Serokê Giştî yê Patiya Komarî ya Gel CHPê Sezgîn Tanrikulû,piştî kuştina Serokê Sendîqaya Parêzeran BARO ya Amedê tahîr Elçî,  li Parlamentoya Tirkiyeyê, raporeke berfireh li ser aloziyên li Bakûrê Kurdistanê pêşkêş kiribû.

Tanrikulu îro, 3yê Kanûnê, ji Kurdistan24 re ragehand ku ew kuştina Tahîr Elçî wek tiştekî plankirî dibînin û berpirsê hemû van aloziyan yên serekî Serokkomarê Tirkiyeyê û Hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) dibînin û dîsa diyar kir ku “çanda kujer nadiyarî û bêcezahiştina sucdaran” li Tirkiyeyê hêj jî didome.

Derbarê aloziyên Bakur û kuştina Elçî de, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP got: “Piştî 7ê Xizîranê Tirkiye, ketiye pêvajoyeke nû, ew pêvajo jî  bi binpêkirina destûrê, bi awayekî xwînrêjî didome. Di rojên borî de jî BARO ya Diyarbekirê ku gelek berdelên giran daye heta niha, berdela mezintirîn pê  hat dayîn. Hevrê û hevalê me Tahîr Elçî kuştin.”

Tanrikulu balkişand ku di wan aloziyan de, derket ku pirsa Kurd bi awayên kevin nayê çareserkirin, berovajî bi vê yejê çaresetî dikeve metirsiyê. Sezgîn Tanrikulu diyar kir çareserî bi rêbazên siyaseta sivîl,  di parlamentoyê de ye û xendek û barîkat jî asteng in li pêş siyaseta sivîl.

Sezgîn Tanrikulu wiha gotina xwe qedand “Divê di zûtirîn dem de ev alozî, mirin û kuştin rawestin. Wek CHP em jî em rêbaza çareseriyê di parlamentoyê de dibînin, di diyalog û muzakereyan de li ser mêzekî rûniştinê dibînin û em amadene kul i parlamentoyê wê îradeyê jî nîşan bidin.”