Diyarbekirî li dijî qedexe û operasyonên Sûrê meşiyan

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Şimşek ragihand ku, gelê Surê di nava tengasiyê de ye û şika wan ew e ku qatliam bê kirin.

K24 – Diyarbekir

Gelê Diyarbekirê ji bo ku qedexeya derketina kolanan a li navçeya Sûrê bê rakirin, daketin kolanan. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Şimşek ragihand ku, gelê Surê di nava tengasiyê de ye û şika wan ew e ku qatliam bê kirin.

Bi hezaran kes doh li ser banga Rêxistina Bajêr a Diyarbekirê ya DBPê li Parqa Koşuyoluyê kom bûn, ji vir ber bi Parezgeha Diyarbekirê dest bi meşê kirin. Çalakvanan nikarîn biçin ber derê parêzgeriyê.

Li ser vê yekê li ber derê AZC Plazayê çalakiya xwe kirin. Polîsan li derdora Parqê û Taxa Ofîsê tedbîrên ewlehiyê standin. Hevserokê bajêr yê DBPê Alî Şimşek li vir got, “Divê herkes qedexeya derketina derve şermezar bike, da ku pêşiya mirin û kuştinê bê girtin.”

Operasyonên li navçeyê didomin, dengên çek û teqînan ji nava sûkê jî tê bihîstin. Doh jî di  teqînekê de 5 kes bi sivikî birîndar bûn. Qaymeqamtiya Sûrê ji 2ê Kanunê ve li 6 taxên navçeyê derketina derve qedexe kiriye. Duh êvarê Qada Şêx Seîd jî xistin nava cihên qedexekirî. Li hinek cihên Diyarbekirê alozî berdewam e.